Hanîfe Koseoglu li dijî qedexeya hevdîtinê bertek nîşan da
- 15:31 2 Çile 2019
- Rojane
STENBOL - Hanîfe Koseoglu diyar kir ku bi boneya li dijî îşkencekirina kurê xwe girtî giliyê sûc kiriye 2 meh hevdîtin lê qedexe kirin e û got: “Ne 2 meh ew 24 meh jî qedexeya dûrxistinê bidin, dîsa ez ê bêdeng nemînim.”
Mustafa Ozgur Mulla yê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin îşkence lê hatibû kirin. Dayika Mustafa Ozgur, Hanîfe Koseoglu li dijî îşkenceyê giliyê sûc kir. Piştî vê serlêdana giliyê sûc 2 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê dan dayik û law. Hanîfe Koseoglu têkildarî qedexekirina hevdîtinê li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û rêveberên ÎHD’ê jî beşdar bûn. Di civînê de pankarta “Malbatên li dijî îşkenceyê derdikevin jî tên cezakirin” hat daliqandin.
Hanîfe Koseoglu di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo wê li mafê kurê xwe parastiye 2 meh cezayê qedexekirinê danê û got: “Dema ez çûm hevdîtinê kaxizê qedexeya hevdîtinê dan min. Hêcet jî ew e ku min giliyê sûc kiriye. Ji ber ramanên kurê min 10 sal ceza dane. Li ser vê yekê me malbatan jî ceza dikin. Ez vê dipirsim; edalet li ku ye? Ka edaleta we? Çima ev îşkence tên kirin? Mafê îşkencekirina kurê min ji ku dibînin? Yên me birêve dibin jî bila baş dizanibin zarokên wan jî hene. Wîjdanê wan tune ku ewqas bêdeng dimînin.”
Hanîfe da zanîn ku wê wed dayikekê li dijî îşkenceyê nikaribûye bêdeng bimîne û got: “Ne 2 meh ew 24 meh jî qedexeya dûrxistinê bidin, dîsa ez ê bêdeng nemînim. Ez ê dîsa derkevim û qîr bikim. Heta parçeyek hestiyê min û heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez ê li pey kurê xwe bim. Ez bang li hemû dayikan dikim ku li dijî îşkenceyê derkevin û li hember êş kişandina zarokên xwe bêdeng nemîn in.”
Bav Mehmet Haşîm Mulla jî destnîşan kir ku dema wî wek bavekî li kurê xwe nihêriye dilê wî êşiyaye û vê îşkenceyê pêkanînên 12’ê Îlonê aniye bîra wî û wê demê jî tiştek wiha nedîtine. Haşîm da zanîn ku ji ber kurê wî nexwestiye qawîşa wî bê guhertin ev îşkence lê hatiye kirin û got: “Vana êdî qet şerm nakin.”