Qedexekirina herêmên li Colemêrgê dirêj bû
- 15:30 2 Çile 2019
- Rojane
COLEMÊRG - Qedexekirina 31 herêmên li Colemêrgê di bin navê “Herêma ewlehiya taybet” de 15 rojên din jî hat dirêjkirin.
Walîtiya Colemêrgê li navenda Colemêrg û navçeyên wê bi boneya 15 rojan 31 herêman di bin navê “Herêma ewlehiya taybet” de ji çûn û hatinê re qedexe kir. Qedexekirin dê di navbera 14 û 18’ê çileya 2019’an de pêk were.