Ji rêxistinên tenduristiyê banga hekîmên azad

  • 15:00 2 Çile 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistinên Tenduristiyê yên lie Mêrdîn û nûnerên kedkarên cemaweriyê bi armanca balê bikişînin ser rewşa çalakiyên li girtîgehan daxuyanî dan. Rêxistinên Tenduristiyê xwest destûr bidin ku heyetên hekîman ên serbixwe biçin girtîgehan û lêkolîn bikin. 
 
Odeya Tabîban a Mêrdînê, (MTO), Şaxa SES'ê ya Mêrdînê, Odeya Hekîmên Diranan a Mêrdînê (MDHO) û Platforma Şaxan a KESK'ê, bi armanca balê bikişinin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtigehan, li avahiya Platforma Şaşan a KESK'ê daxuyaniya hevpar dan. Nûnerên rêxistinên tenduristiyê xwestin ji bo rewşa girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine, heyetek bijîşkan a serbixwe biçin girtîgehan û lekolîn bikin. Xizmetkarên tenduristiyê anîn ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 56 roj, Kadîr Karabak û Esat Nacî li Girtîgeha tipa F a Wanê 108 rojin di grevê de ne û rewşa Kadîr Karabak û Esat Naci Yildırım her ku diçe giran dibe. Nûnerên tenduristiyê û kedkarên cemaweriyê yên girêdayî Platforma Şaxan a KESK'ê li salone amade bûn.
 
Rêveberê MTO Tuncay Gokçen daxuyanî xwend û diyar kir ku gelek girti di çalakiya grevê de ne û her hefte komên nû li çalakiyan zêde dibin. Tuncay, anî ziman ku çalakiyên li hemû girtîgehan belav dibe, li hin cihan hatiye sînorê mirinê û xwest ji bo rewşa girtiyan lêkolin bikin û wan agahdar bikin heyetên serbkixwe yên hekîman biçin girtîgehan û girtiyan ziyaret bikin. Di salên 1996 û 2000’an de jî çalakiyên greva birçîbûnê pêk hatin. Divê ew jî li ber çavan bê girtin û di bin çavdêriya Odeya Tabîban de heyetek serbixwe ya hekîman biçin girtiyan ziyaret bikin. 
  
Tuncay, xwest Wezareta Dadê bi lez daxwazên girtiyan li ber çavan bigire û li gorî daxwazên wan gavan bavêje. Ji bo Wezareta Dadê rê li pêş mirinan bigire divê li gorî daxwazên girtiyan dev bigere. Ji bo heyetek tabîban a serbixwe biçe girtigehan em dixwazin Wezareta Dadê destûr bide û em lêkolîn bikin."