Dema binçavkirinên li Serê Kaniyê dirêj kirin
- 14:44 2 Çile 2019
- Rojane
RIHA - 16 kesên li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê hatibûn binçavkirin, dema binçavkirina wan 4 rojan hat dirêjkirin.
Li gund û taxên navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, roja Yekşemê polîs û bi ser gelek malan de girtin Namzeta Parlementeriya HDP’ê ya Riha Yagmûr Akay, Endamê Meclîsa Şaredariya Rihayê Esra Guler, Cemile Dagtekin, Fethi Otken, Mehmet Alî Asan, Veysî Beken, Harun Dagtekin, Çetîn Îsî, Mîzgîn Aslan, Mehmet Ozkan, Mûstafa Şahîn, Îbrahîm Polat, Elîf Bozan, Yaşar Karaman, Alî Akin û Serdar Kirdan binçav kiribûn. Polîsan 16 kesên binçav kiribûn derxistin Edeliya Rihayê, lê ji bo kesên ku îfadeyên wan nehatibûn girtin, dema binçavkirina wan 4 roj din hat dirêjkirin. Piştî biryara dirêjkirina dema binçavkirinê 16 kes çardin birin Midûriyeta polîsan a Rihayê.
Hat diyarkirin ku di çarçoveya dosya lêpirsînê de, biryara binçavkirina 4 kesên din heye.