Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê didome

  • 13:24 2 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ji aliyê Nûnertiya HDP'ê ve li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 43'an de ji aliyê koma 22'emîn ve dewir hate girtin. Çalakgeran aşkere kirin ku heta ku agahiyekê ji Abdullah Ocalan negirin wê çalakiya xwe berdewam bikin.
 
Greva birçîbûnê ya Nûnertiya HDP’ê  ya li Hewlêrê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dayî  destpêkirin, di roja 43'an de ji aliyê  koma 22'an ve dewir hate girtin.
 
Di dema merasîma dewirgirtinê de Hevseroka Nûnertiya HDP'ê Muzeyen Guneş axivî û got, "Îro koma 22'emîn dest bi grevê kirin. Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo berdewam bike û parlamenter di girtîgehên Tirkiyeyê de bin, wê çalakî berdewam bikin."
 
Muzeyen bi bîr xist ku endamê Nûnertiya HDP'ê Nasir Yagiz jî ev 43 roj in di greva birçîbûnê ye û got ku rewşa tendirustiya wî xerab e û got; "Daxwazê  ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navneteweyî dikin ku li hemberî van kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin û daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê ya rakirina tecrîdê bi cih bînin dikin."