Ji bo pankarta Leyla Guven gazî îfadeyê kirin
- 13:23 2 Çile 2019
- Rojane
STENBOL - Rêveberên HDP’ê yên navçeyên Stenbolê ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven pankart bi avahiyên partiyê ve kiribûn. Midûriyeta polîsan ji bo pankartê bangî rêveberiyên HDP’ê kirin ku îfade bidin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin, dest pê kir di roja 56'an de berdewam dike.
Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yên navçeyên Stenbolê ji bo balê bikişînin ser çalakiya Leyla pankarta “Leyla Guven a li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê daye mafdar e. Teqez divê tecrît bê rakirin” bi avahiyên partiyê ve kiribûn. Midûriyeta Polîsan derbarê pankarta bi avahiyan ve hatibûn kirin de, bang li rêveberiyên HDP’ê kirin ku îfade bikin. HDP’î li gorî “Qanûna li dijî civîn, meş û çalakiyan a hejmara 2911” tên sûcdarkirin.