ÎRA: Di sala 2018'an de rojnemeger dîsa bûn hedef
- 13:22 2 Çile 2019
- Rojane
AMED - ÎRA'yê rapora salane ya binpêkirina mafên rojnamegeran bi civîna çapemeniyê, ji rayagiştî re ragihand. Di raporê de hat diyarkirin ku 141 rojnameger hatin binçavkirin, 64 rojnameger hatin girtin û di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2018'an de rojnemeger dîsa bûn hedef.
Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora salane ya binpêkirina mafên rojnamegeran a 2018'an li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê bi civîna çapemeniyê, ji rayagiştî re ragihand. JINNEWS, Ajansa Mezopotamyayê, E-Rojname, Rojnameya Yeni Yaşamê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel beşdarî daxuyaniyê bûn. Li eywana ku daxuyanî li hat dayin pankartên "Rojnamegerî ne sûc e","Çapemeniya azad nikare bêdeng bê hiştin","I am a journalist" hat hilgirtin. Daxuyanî bi Kurdî û bi Tirkî hat xwendin.
'3 hezar û 230 rojnameger ji karên xwe hatin dûrxistin'
Rojnameger Roza Metîna ya ku daxuyaniya bi Kurdî xwend wiha got:"Tirkiye di bin zext û zora desthilatdariya yekmirov a dîkta de, her roja ku derbas kir, pîvanên demokratîk winda kir û bandora siyasetê ya li ser hiquq, aborî, civak û her cure jiyan û çanda civakê kûrtir jiya. Wek hemû qadên civakê di sala 2018'an de pîşeya rojnamegeriyê jî di nav şert û mercên desthilatdariya Yekmirov de ku ji kolanan-heta şanikên civakê nakokî û dijberî li pêş xist û li ser wan şert û mercan xwe bi rêxistin kir de, saleke karesat derbas kir. Di vê sala ku me li pey xwe hişt de ji rojnamegeriyê zêdetir, li ser pêkhatina zext, zor, qedexe, êriş, hedefnişandan, kuştin, binçavkirin, girtin û cezayê li rojnamegeran hatin birîn hatin şîrovekirin. Ev kiryar bi Rapora Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a 2018'an de ku dibêje: "Tirkiye di cîhanê de ji bo pîvana azadiyan di nav 180 welatan de di rêza 157'an de cih digire, şênber e. Li gor daneyên Enstîtuya Çapameniya Cîhanê(IPI) ji destpêka hewildana derbeya 15'ê Tîrmehê û vir ve li Tirkiyeyê derdora 170 rojname, kovar, radyo û Tv hatine girtin û 3 hezar û 230 rojnameger jî ji karên xwe hatine dûrxistin.
'Her roj di navbera rojnamegeran de bend lê kirin'
Sedemê van êrişên li dij mîsyona Rojnamegerên derbarê bûyerên diqewimin de agahiyan berhev dikin û ji bo gel agahdar bibe belav dikin de tirs û nerazîbûna ji aşkerakirina rastî û heqîqetê ye. Bê guman, tirs û nerazîbûnên desthilatdariyên li vî welatî yên li dij çapameniyê ne tenê ev in. Her roj di navbera rojnamegeran de bend lê kirin û nakokî kûr kirin. Ji bo civak û pîşeya Rojnamegeriyê nebe yek û bi dengekî xurt li dij desthilatdariyê mîsyona xwe ya ragihandina bûyeran û zelalkirina heqîqetê pêk neynê ev hatin kirin. Bi vê boneyê ye ku hemû desthilatdariyên li Tirkiyeyê hêsantir rojname bombe kirin, di nav kolanan de rojnamegerên kurd qetil kirin û bi hezaran kuştinên 'kiryarên wan ne diyar' pêk anîn. Wek mînak bûyera qetilkirinna Rojnameger Kadrî Bagdu ku dema Rojnameya Azadiya Welat 4 sal berê li Edeneyê belav dikir û hat kuştin jî hê nehatiye ronîkirin. Bêdengî û nebûna yekîtiya çapameniyê derfet da ku desthilatdar bikaribin êriş bibin ser hemû aliyên rojnamegeriya li Tirkiyeyê.
'Em ê têkoşîna çapemeniya azad bidomînin'
Di nav salê de kuştina Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi, guhertina xwediyê Koma Medya ya Dogan, bi destê RTUK'ê birîna cazayan li weşanên muxalîf, pêkanîna ambargoyên li ser îlanên fermî û yên ne fermî, piştî guhertina zagona Karta Zer a Çapameniyê desthilatdariyê pîvana rojnamegeriyê diyar kir û li gor xwe rojnamegerî ava kir. Vana nîşaneyên êrişên li ser çapameniyê bêtir destnîşan dike. Vê siyasetê, ji hêlekê ve "Çapameniya Azad" tune hesiband, ji hêlek din ve jî mafê gel ê wergirtina mafê agahiyan asteng kir. Daxwaz ew bûn ku çapameniyê bê nirx bike û bike yekdeng. Siyaseta desthilatdar a AKP'ê ku dixwest di 2018'yan de xwe bi ser bixe û di 2019'an de jî bidomîne, hedef dike ku xwe di hilbijartinê de bi ser bixe, agirê şer ê li Rojhalata Navîn gur bike û civakê ji her hêlê ve mîlîtarîze bike. Ev feraseta ku dixwaze civakê mîltarîze bike hedefa xwe ev e ku ser rastî û heqîqetê reş bike. Gotinek qedîm heye ku dibêje: "Di şer de beriya her tiştî heqîqet tê kuştin" rastiya vê helwestê nîşan dide. Înisiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) diyar dike ku şert û merc girantir be jî dê bi mîsyona ligel parastina nirxên rojnamegeriyê rastiya bûyer û heqîqîqetan ji rayagiştî re ragihîne. Pir bi zor û zehmet be jî em ê bi hemû hevpîşeyên xwe yên têkoşîna çapameniya azad didin re bi berdêlên giranbiha yên hatin dayîn û dê hê bên dayîn şert û mercên azad û demokratîk ava bikin.
Rapora ÎRA'yê ya sala 2018'an a mafên hatine binpêkirin wiha ye:
* 141 rojnameger hatin binçavkirin.
* 64 rojnameger hatin girtin.
* Derbarê 7 rojnamegeran de lêpirsîn hat desptpêkirin.
* Li 71 rojnamegeran doz hat vekirin.
* 521 rojnameger hatin darizandin.
* Li 121 rojnamegeran cezayê girtîgehê hat birîn. (Bi giştî li 112 rojnamegeran 546 sal 9 meh û 20 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Cezayê heta bi heta yên girtîgehê ango cezayê muhabetê dan 3 rojnamegeran. Li 6 rojnamegeran jî bi giştî 40 hezar tl cezayê pere hat birîn).
* Milyonek û 80 hezar tl cezayê pere dan 2 televîzyonan. Cezayê 5 bernameyan dan Tv'yekê, li Tv'yekê jî cezayê nedayîna reklaman hat birîn.
* 14 ajans, rojname û malperên înternetê ji aliyê Saziya Teknolojiya Zanistê ( BTK) ve gelek caran hatin astengkirin.
* 4 saziyên çap û weşanê hatin girtin.
* Dest danîn ser rojnameyek û çapxaneyekê.
* Rojnamegerek hat dersînorkirin.
* Polîsan bi ser 4 saziyên çapameniyê girtin.
* 54 rojnameger ji kar hatin avêtin. (Hinek ji wan ji ber ewlehî û parastina rûmeta xwe îstîfa kirin)
* Rojnamegerek hat kuştin.
* 42 rojnameger di nava salê de hatin berdan.
* Ji 1'ê Çileya 2016'an heta 29'ê Mijdara 2018'an hezar û 954 kes Karta Zer a rojnamegeran hat betalkirin.
* Li Gor roja 31'ê Adara 2018'an 171 rojnameger di girtîgehê de girtîne.