Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest dan

  • 12:26 2 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzkarên mafên jinan ji ber gotinên zayendperest ên Serokê Dewletê yê Filipiyan, Rodrigo Duterte, daxwaz kirin ku Rodrigo îstifa bike. Rodrigo berê jî bi gotinên zayendperest hatibû rojevê. 
 
Serokê Dewletê yê Filipiyan, Rodrigo Duterte, anîbû ziman ku wî çawa jinek tacîz kiriye. Ev gotinên Rodrigo bû sedema bertekên kesên cuda. Parêzkarên mafên jinan ji ber gotinên zayendperest ên Serokê Dewletê yê Filipiyan, Rodrigo Duterte, daxwaz kirin ku Rodrigo îstifa bike. Rodrigo berê jî bi gotinên zayendperest hatibû rojevê. Rêxistina Mafên Jinan Gabriel di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman:"Daxuyaniya Rodrigo ne tenê ji bo wî di heman demê de ji bo kesên ku bawer dikin ew ê vî welatî bi awayekî bi edalet bi rê ve bibe jî şerm e."
 
Rodrigo Duterte bûyerên îstismara zayendî wekî alavên henekan anî ziman û di heman demê de jî gotina bi vî rengî kiribû:"Heta ku jinên xweşik hebin dê bûyerên tecawizê jî dewam bike." Rodrigo bi van gotinan îşkenceya zayendî û komkujiyên jinan dixwaze ku rewa bike.