Tevgera Ciwanên Şoreşger çûn serdana goristana berxwedêrên serdemê

  • 12:13 2 Çile 2019
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Tevgera Ciwanên Şoreşger aa Sûriyeyê bi alîkariya Meclîsa Malbatên Şehîdan çûn serdana goristana berxwedêrên serdemê ya li Ehreza Şehbayê. 
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger aa Sûriyeyê bi alîkariya Meclîsa Malbatên Şehîdan çûn serdana goristana berxwedêrên serdemê ya li Ehreza Şehbayê. 
 
'Em her dem bi hêviyek xurt li ser piya ne'
 
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Nisrîn Cimo wiha got:"Ez ê wekî hevsera şehîdê berxwedana serdemê heta dawiya emrê xwe di nava têkoşînek mezin de bim. Em her dem bi hêviyek xurt li ser piya ne. Em ê her şopdarê şehîdên xwe yên berxwedana serdemê bin. Heta dilopa xwînê di canê me de hebe em ê li berxwe bidin û em ê bêjin an Efrîn an Efrîn." 
 
'Berxwedan ji bo me rêgezek taybet a jiyanê ye'
 
Keça Berxwedêr Bavê Şoreş, Cîhan Îse wiha got:"Ez wekî zaroka şehîdan dibêjim ku ez soz didim ku ez ê heta dawî ji bo axa xwe şer bikim. Ji bo Efrîn bê rizgarkirin em ê her di nava hewldanê de bin. Berxwedan ji bo me rêgezek taybet a jiyanê ye."
 
'Em ê her li berxwe bidin'
 
Remziye Hesen jî wiha got:"Em hemû şehîdên xwe îro bi rêzdarî û bi hezkirin bi bîr tînin. Ew ê tu carî xwîna şehîdên me li erdê nemîne. Şehîdên me ji bo parastina ax û gelê xwe canê xwe feda kirin. Em ê tu carî ji tu kesî netirsin û her li berxwe bidin."