Hûn çima çûn serdana çalakiya grevê?
- 12:11 2 Çile 2019
- Rojane
ENDENE - Li Edeneyê, 5 siyasetmedarên ji bo piştgirî dayîna çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin û hatin binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan pirsa “Hûn çima li HDP’ê ketin greva birçîbûnê” ji wan hat kirin.
Di 16’ê Mijdarê de, li avahiya HDP’ê ya Edenê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo 2 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê hatibû kirin.
Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Edenê, di çarçoveyê lêpirsîna bi rêve bir de, bi hinceta greva birçîbûnê derbarê gelek kesan de biryara binçavkirin da. Li ser vê yekê polîsan di 30’ê Kanûnê de bi ser malan de girtin û Berdevka Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê ya Edenê Olcay Suzgun, Alîkarê Serokê DBP'ê yê Edenê û Serokê Komeleya Jiyana Nû ya Edenê Hasan Kocaman, Rêvebera HDP’ê ya Edenê Sûphiye Bayav, Rêvebera DBP'ê ya Edenê Gule Bal û Serokê SYKP'ê yê Edenê Mehmet Alî Gulşen binçav kirin.
Posterê Abdullah Ocalan sûc hat dîtin
5 siyasetmedarên dibin çavan de, îfadeyên wan şevê din li Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan a Bajêr hatin girtin. Polîsan ev pirs ji 5 siyasetmedaran kirin; “Hûn çima li HDP’ê ketin greva birçîbûnê? Kê ferman da we? Hûn çima çûn serdana kesên di greva birçîbûnê de?” Dîsan polîsên ku posterê Ocalan sûc dîtin pirsa “Kê posterê Ocalan daliqand?” ji siyasetmedaran kirin.
5 siyasetmedar bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin”, “Besnê sûc û sûcdar dayînê” tên sûcdar kirin.
5 siyasetmedarên li Şaxa Siyasî îfade dan, di saetên serê sibê de sewqî Edeliya Edenê hatin kirin.