Serhildêrên Strasbourgê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya jinê ye

  • 09:43 2 Çile 2019
  • Rojane

https://www.youtube.com/watch?v=ojq9IcZbRHs&feature=youtu.be

FRANSA - Jinên serhildêr ên ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Strasbourgê ketina gireva birçîbûnê ji ajansa me re nirxandin kirin. Jinên serhildêr anîn ziman ku azadiya wan bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayiye û heta tecrîd bi dawî bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê di roja xwe ya 56'an de didome. Piştgiriyên ji bo çalakiya greva birçîbûnê pêl bi pêl belav dibin. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê li Strasbourga Fransayê tevî siyasetmedar û rojnamegeran 15 kesî dest bi greva bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakiya grevê ket roja xwe ya 17'an. Jinên ku li Ewropayê ketine greva birçîbûnê ji ajansa me re axivîn û peyama berdewamiya çalakiyên ji bo greva birçîbûnê dan. 
 
'Saziyên navnetewî alîgiriyê dikin'
 
Rojnameger Gulistan Çiya Îke ya ku ketiya greva birçîbûnê got:"Saziyên ku divê mijara tecrîdê bigre ber çav li vir in. Loma çalakiya greva birçîbûnê ya vir ji bo ku dengê gelê Kurd bi van sazîne bide bihîstin girîng e. Saziyên navneteweyî yên wekî CPT û AK peywirên xwe bi cih nînin. Saziyên navnetewî alîgiriyê dikin. Ji bo ev sazîna peywira xwe bi cih bînin em 15 kes ketin greva birçîbûnê. Leyla Guven bi seknek jixwe bawer dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Em ê jî heta dawiyê piştigiriyê bidin vê çalakiyê. Dê tecrîd bi pêşengiya jinê bê şikandin." 
 
'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin'
 
Aktivista TJK-E'yê Nurgul Başaran jî anî ziman ku armanca wan a bingehîn ew e tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha got:"Ji bo em dengên xwe bi CPT û bi AÎHM'ê bide bihîstin me dest bi greva birçîbûnê kir. Divê em hemû jin  pişgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven. Abdullah Ocalan her dem pesnê hêza jinê ya xweser dide. Heger em ji hêza xwe bawer bin û em têkevin nava hewldan û têkoşînê em ê vê tecrîdê rake. Her wiha em bi vê çalakiya xwe dixwazin ku hişmendiya rêxistinbûyinê pêş bikeve. Em tînin ziman ku em careke din li gel Serokê xwe ne."
 
'Me pêdivî ji çalakiyek bi vî rengî dît'
 
Siyasetmedar Dilek Ocalan bal kişand ser girîngiya çalakiya greva birçîbûnê û wiha got:"Ev serîhildan ji aliyê jinekê û li zindana Amedê ku her dem li dijî faşîzmê li berxwe daye, hat destpêkirin. Ev yek ji bo me gelek taybet û girîng e. Me pêdivî ji çalakiyek bi vî rengî dît. Di pêvajoyek ku nirxên ehlaqî nemaye de çalakiyên bi vî rengî ji bo me xwedî taybetmendiyek cuda ye. Ev teşeyê çalakiyek demokratîk e. Em dixwazin bi vê çalakiyê dengê wicdanê civakê bide bihîstin.  Azadiya Abdullah Ocalan azadiya jinê ye."