ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2019'AN

  • 09:00 2 Çile 2019
  • Rojev
*Li navçeya Geverê di dema çalakiyên li dijî êrîşên li ser Konanê yên ku di nabera 6-7'ê Cotmeha sala 2014’an de pêk hatin di encama bombeya ji aliyê polîsan ve hat avêtin salona sporê ya sergirtî hat şewitandin û ket rewşa ku nema bê bikaranîn. Salona ku ne tê tamîrkirin û ne jî tê hilweşandin bûye hêlîna esrarkêşan. BI DÎMEN
 
*Aynur Gungoren a li gundê Guneşdere yê Mezgîrê dijî, diyar kir li bajarên metropolan li şûna hilberîneriyê bikarhênerî zêde bûye û got li dijî çanda bikarhênerî û ji rêderketinê divê vegera gundan dest pê bike.BI DÎMEN
 
*Di ser qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir de ku di berxwedana rêveberiyên xweser a Sîlopiyayê de li cem gel cih girtin hatin qetilkirin, 3 sal derbas bû. Sêvê ya hîna biçûk bû surgun jiya, jiyana wê bi berxwedan û kedê derbas bû. Dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr ku her tim li cem keça xwe cihê xwe girt, ew vegot.
BI DÎMEN
 
* Jinên serhildêr ên ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Strasbourgê ketina gireva birçîbûnê ji ajansa me re nirxandin kirin. Jinên serhildêr anîn ziman ku azadiya wan bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayiye û heta tecrîd bi dawî bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.BI DÎMEN