Lubnanê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê hat kirin
- 16:08 1 Çile 2019
- Rojane
BEYRÛT - Kurdistaniyên li Lubnanê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar kirin û daxwaza azadiya wî kirin, her wiha destnîşan kirin ku armanca Tirkiyê şikandina vîna gelê Kurd e.
Di pêşengiya TEV-DEM û Kongreya Star de li Lubnanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê hat kirin. Çalakî li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin û hat diyarkirin ku ew ê heta rizgarkirina wî ji zindana Îmraliyê, çalakî bên berdewamkirin.
Çalakî li navenda Weqfa Newroz bi beşdarbûna bi dehan kurdistaniyên Lubnanê hate destpêkirin. Cihê çalakiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, al û sembolên kurdan hate xemilandin. Çalakî bi sînevîzyonekê ku Ocalan tê de behsa doza kurdan û rêyên pêkanîna azadiya gelên bindest dike, dest pê kir.
Paşê endama rêveberiya TEV-DEM`ê Şervîn Cûdî çalakiya grevê silav kir. Şervîn destnîşan kir ku çalakiya parlamentera kurd Leyla Guven ji bo daxwaza azadiya Ocalan û rakirina tecrîdê, kete roja 55’an. Şervîn da zanîn ku Tirkiyê bi rêya siyasetên xwe dixwaze vîna Gelê Kurd bişikîne.
Çalakî bi silavkirina berxwedana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û berxwedana Leyla Guven dewam dike.