Greva birçîbûnê li girtîgehan belav dibe

  • 15:24 1 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên MLKP'yî, bi armanca piştevaniya çalakiyê greva birçîbûnê ku li dijî Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin hat destpêkirin wê di 3'yê Çileyê de bikevin greva birçîbûnê. 
 
Girtiyên ji doza Partiya Marksîst, Lenînîst, Komunîst (MLKP)  diyar kirin ku ew ê di 3'yê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê bikin.  Girtiyên MLKP'yî diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û gotin ku daxwaza Leyla Guven Meşrû ye.  
 
Daxuyaniya nisîvskî ya gitiyên MLKP'yî wiha ye: 
 
"Em girtiyên ji doza MLKP'ê ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di navbera 3-8'ê Çileyê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin.
 
Daxwaza Leylayê meşrû ye divê bê qebûlkirin.
 
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bila bê rakirin."