Kongreya Star: Sala 2018'an bû sala têkoşînê

  • 14:29 1 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke ku da sala 2018'an nirxand û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sala 2018'an bûye sala têkoşîneke dijwar, pêşketin û nebesî di nava hev de hatine jiyîn.
 
Koordînasyona Kongreya Star derbarê sala 2018'an de daxuyanî da û sala 2019'an pîroz kir. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku Tekoşina azadiya jin di peşengtiya jinen kurd de li Rojhilata Navin ronî kiriye, hişyar kiriye, hêza jinê û pêşketina jinê carekedin li ber çavan raxistiye.  
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: 
 
"Ji bo tevgera azadiya jinê sala 2018’an ji gelek aliyan ve bû sala têkoşîneke pir dijwar,zehmet. Pêşketin û nebesî di nava hev de hatin jiyîn. Êrişên devleta tirk li Kurdistanê bi alikari û erêkirina hêzên navneteweyî di ve sale de bi teybet bi dagirkirina Afrinê re gihîştine asta herî jor. Li hember van êrîşên hovane parastina axa welat ya jinen Afrine di peşengtiya Barin û Avestayan di xeta fedaî de bi biryar bu hêvî û çavkaniya hêzê ji bo jinen cihanê û gelan. Tekoşina azadiya jinê di peşengtiya jinen kurd Rojhilata Navin ronî kir, hişyar kir û hêza jinê derxist holê. Tespita ku sedsala 21'emîn wê bibe sedsala Jinê xwe hem di warê zêdebûna legerina azadiya jinan  de nişan da û hem jî di warê kuştinên jinan, tecavüz û çanda şiddete ku herdice zededibe de xwe da der . Sala 2018'an ev rastî bi hemû aliyen xwe nişan dan. Sala 2018'an  zelal kir ku xebatên azadiya jinê hîn bi îrade, biryardarî û bi rexistinbuyîn dive werin peşxistin. 
 
Di sala 2018'an de jin di warê xweifade kirinê de û heza xwe ya rexistinbuyinê de gihişt asteke giring. Bi hezaran jin tevli karên rexistinî yên di asta reveberî de bûn û  rolên giring girtin ser xwe. Dı Kongre ya Kongra Star ya 7'emîn de ji bo nûhkirin û xurtkirina pergala civaki ya jinê biryarên girîng hatine standin. Di Kongreyê de ji bo rûniştandin dina pergala jinê biryarên girîng hatin standin."
 
Divê her kes xwe birêxistin bike  
 
Reberti dibeje “Ger pewist be divê her kes xwe wek bi sedan yekineyên  neteva demokratik rexistin bike!”. Em ê wek Kongra Star vê perspektifa Rebertî di sala 2019 ji xwe re bikin perspektifek jiyanî. Li ser ve bingehê hedefa me ji bo 2019  ku em hamleyen rexistinî bi hişmendiyek ji bo avakirina netewa demokratîk peşbixin. Bi perspektifa Jineolojiyê em ê di sala 2019'an de ji bo têgihîtina neteva demokratik akademiyan avabikin. Di sala 2018'an de jî  bi hezaran jinan di vî warî de  perwerde dîtin. Lê hat dîtin ku ev bi tena xwe têrê nake ji bo guhertineke di civakê de. Di sala 2019'an de perwerdekirina mêr li ser esase pirsgireken diroki û civaki û çareserkırına van pirsgirêkên di nava jin û mêr de wê bibe hedefa me ya sereke. Armanca me ya bingehîn ji bo sala pêşiya me ew e ku em  Hevpeymana Jinê ya Civakî ava bikin. Qanûnên Jinê bûn bingeheke xurt ji bo parastin û civakîkırına nirxen şoreşê. 
 
Jinan di hemû qadan de pêşengtî kir
 
Dı sala 2019'an de di rewşa Rojhilata Navinda ku her tim şer li hember gelan tê kûrkirin de dive em wek jin perspektifên xwe yên ji bo tekoşina azadiya civakî bikin navenda hemu karên xwe. Di sale çuyî de jinan bi tekoşina xwe ya bêhempa di hemû qadan de pêşengtî kirin. Armanca me di sala 2019'an de em bi avakirin û parastina pergala xwe ya civaka demokratik bibin layıqê şehidan.  Bi vî rengî wê jin di hemû qadên jiyanê de mohara xwe li têkoşînê bide.  
 
Em wek Kongreya Star bang li hemû jinan dikin ku di hemle û xebatên ji bo azadiyê de bi rihê welatparêzî cihê xwe bigirin û planên hêzên navneteweyî yên li ser axa xwe vala derxînin.  Em hêvî dikin ku di warê azadiya jinê de di sala 2019'an de hemû jin tişta dikeve ser milê wan bi cih bînin û bi Rêberê xwe re azad bijîn. Em bi van hestan sala 2019'an di serî de li jinan li tevahiya gelê xwe pîroz dikin. "