Ji SKB'ê peyama serê salê: Sala 2019'an wê bibe sala azadiya jinê
- 12:10 1 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN: SKB ji bo sala nû peyam weşand û got: "Sala 2019'an wê bibe sala me! Wê jin bi ser kevin, em ê bi ser kevin."
Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB) derbarê sala nû de daxuyaniyek nivîskî weşnd û di daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Sala 2019'an wê bibe sala me. Di sala 2018'an de jinan li çar hêlê cîhanê li dijî tundiya mêr serî netewand û destkeftiyên xwe parastin."
SKB'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:
"Di 25' Mijdarê de Roaja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de jinan banga berxwedanê kir û li dijî dîktatorî û Faşîzmê dengê xwe kirin yek. Di 8'ê Adara 209'an de li her derê bi dirûşma 'Em di 8'ê Adarê de di grevê de ne" wê hemû jinên li cîhanê kolanan dagir bikin.
Di sala 2019'an de ku zextên li ser Şoreşa jinê ya Rojava zêde dibin, li Tirkiyeyê êrîşên dîktatoriya faşîst zêde dibin em ê vê salê veguherînin slaa ku êrîş bên beralîkirin û azadiya jinan bi dest bixin.
sala 2019'an wê bibe sala me! Wê jin bi ser kevin, em ê bi ser kevin."