Dayika Aştiyê Meryem Ozcan jiyana xwe ji dest da

  • 08:54 29 Kanûn 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - Dayika Aştiyê Meryem Ozcan li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Colemêrgê endama HDP'ê û Dayika Aştiyê Meryem Ozcan ji ber xwîn çû mejiyê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Dûrsûn Odabaş a Wanê jiyana xwe ji dest da.
 
Bi tevlêbûna hevserok û rêveberên HDP û DBP'a bajêr cenazeyê Meryemê li goristana Taxa Sumbulê hat veşartin.