Qeyûm li qada berxwedanê dara tûyê birî
- 12:09 8 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Dema berxwedana li ber Şaredariya Xelfetiyê ya dorpêçkirî dewam dikir, li qada ku berxwedan lê dihat kirin ji aliyê qeyûm ve dara tûyê hat birîn.
Berxwedana gel a ku piştî qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlîh û Xelfetiyê bi biryara Wezareta Karên Hundir hate kirin, dewam dike. Berxwedana li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê ya hatiye dorpêçkirin di roja xwe ya 5’emîn de didome.
Hat hînbûn li qada ku berxwedan lê dihat kirin ji aliyê qeyûm ve dara tûyê hat birîn.
Lê belê hat hînbûn ji xeynî wê darê tu darên dinê nehatine birîn.
Li aliyê din hate hînbûn ku 16 kesên di 5-6'ê Mijdarê de li bajêr hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatine kirin û berxwedana gel a li ber şaredariyê jî didome.