Dayika Aştiyê Meryem Ozcan jiyana xwe ji dest da 2018-12-29 08:54:25   COLEMÊRG - Dayika Aştiyê Meryem Ozcan li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Li Colemêrgê endama HDP'ê û Dayika Aştiyê Meryem Ozcan ji ber xwîn çû mejiyê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Dûrsûn Odabaş a Wanê jiyana xwe ji dest da.   Bi tevlêbûna hevserok û rêveberên HDP û DBP'a bajêr cenazeyê Meryemê li goristana Taxa Sumbulê hat veşartin.