Li Bûrsayê tundiya mêr: Jinek û pitikek hatin qetilkirin

  • 10:05 22 Kanûn 2018
  • Rojane
BÛRSA - Li Navçeya Inegolê mêrê bi navê Oguzhan Kayalp jina bi navê Zuhalp Kayalp û pitikê wê yê 5 mehî qetil kir. 
 
Li Navçeya Inegola Bursayê mêrê bi navê Oguzhan Kayalp jina bi wî re zewicî ya bi navê Zuhalp Kayalp û pitikê wê yê 5 mehî yê bi navê Asaf Kerim qetil kir. Bi agahdarkirina cîranan ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Zuhal û pitikê wê jiyana xwe ji dest dane. Hat hînbûn ku herdu cenaze di nava tabûtekê de birine. 
 
Oguzhan Kayalp hat binçavkirin û derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.