Li Êlihê berxwedan di roja 5'an de ye: Em ê bi ser bikevin
- 16:46 8 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLIH - Di çalakiya roja 5'an a Berxwedana li Êlihê de ya li dijî qeyûman peyama "Em ê teqez bi ser bikevin" hat dayîn.
Çalakiyên nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûman li Êlihê di roja 5’an de ye. Heyeta Koordînayona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) hat navenda bajêr û daxuyanî dan. Heyet beriya daxuyaniyê li ber avahiya DEM Partiyê ya Êlihê li hev civiy û ber bi girseya li Xaçerêya Basînê kom bû meşiya. Di meşê de gelek caran bê navber dirûşmên "Êlih ya me ye şaredarî ya me ye", "Qeyûm wê biçin, gel wê were" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin berzkirin. Heyet gihişt qadê û ji aliyê girseya gel ve bi dirûşme û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Piştre daxuyanî hat dayîn.
'Qeyûm desteserkirina îradeyê ye'
Di destpêkê de Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê Mistefa Mesût Tetîk axivî û diyar kir ku bi rojan e li dijî qeyûman berxwedan tê meşandin û wiha got: “Me diyar kir ku rejîma qeyûm hewldana desteserkirina aştî, edalet û wekheviyê ye. Dê ev bertek bi rojek an du rojan ve nemînin. Me destnîşan kir ku heta em vîna xwe bi dest nexin wê berxwedana me bidome."
'Qeyûm ne qedera gel e'
Sekreterê TMMOB’ê yê Amedê Mahsun Çiya Korkmaz diyar kir ku ev êrîş li dijî nirxê gel û hemû nirxên xwezaya Kurdistanê ye û got, “Weke TMMOB’ê beriya niha me talana ku li hemû cihên qeyûm lê hatin tayînkirin eşkere kiribû. Çima em dibêjin qeyûm ne xespkirina îradeyê talane. Ji ber ku di heman demê de talanê jî dike. Weke TMMOB heta ku em li vê erdnîgariyê bin em ê li hemberî van hemû dizan vîna xwe biparêzin. Em ê li qadan bi gelê xwe re bin. qeyûm ne qedera gel e."
Ev derbeya li aştî û demokrasiyê ye'
Piştre Berdevkê Demê yê Lijneyên Koordînasyona Herêmî yên TMMOB'ê Diyar Kut daxuyanî xwend. Diyar Kut bal kişand ku destwerdana bi vî rengî ya bêperwa li vîna gel û hilbijêran derbeke giran li xebatên aştî û demokratîkbûnê xistiye û got, " Şertê bingehîn ê demokrasiyê naskirina vîna hilbijêran e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên li welêt, pêwîst e beriya her tiştî çanda dewletê ya rêzgirtina mafên mirovan bê avakirin û aştî û demokrasî bê avakirin. Em Koordînasyona Herêmê ya TMMOB’ê bang li hêzên siyasî dikin ku dest ji vê destwerdana îradeya gel berdin û şaredariyên ku hatine bidestxistin di demek herî kurt de ji nû ve bidin gel û hemû hêzên demokratîk jî li dijî vê destwerdana hêzên siyasî derkevin. "
'Em ê teqez bi ser bikevin'
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonûk ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, anî ziman ku li bajêr talan heye û got, “Em tenê ji bo çar dîwarên şaredariyê nehatin tayînkirin. Ji bo xebatên li vî bajarî bên astengkirin jî qeyûm hat tayînkirin. Tê wateya talankirina bajêr. Qeyûm êrîşa li dijî jin, ciwan û civakê ye. Bêguman berxwedana me ya li vir wê bidome. Berxwedana me wê bi biryardarî bidome Em ê teqez bi ser bikevin. Yên bi ser ketin wê jin, ciwan û gelê me bin."
Bersiva DEM Pariyê ji walî re
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Rûştû Tiryakî jî li dijî "gotina diz" ya Waliyê Êlihê Ekrem Canalp axivî û got, "Duh Waliyê Êlihê Ekrem Canalp daxuyanî da û em ê bersivê bidin. Me tu carî qala dagirkirina Walîtiya Êlihê nekir. Em dizanin ku ew hurmeta Kurdan û zimanê Kurdî nagire. Em baş dizanin ku ew bi operasyonên şevê re tehamulî kurdî nake. Tevî vê yekê me ew qebûl kir. Me ew li Êlihê qebûl kir. Lê em weke vîna vê derê ya Êlihê qebûl nakin. Tişta girîng rêzgirtin e. Lê desthilatdariya siyasî rêzê li vîna gel nagire. Heta ku ew me nas nekin, em jî wan nas nakin. Heta îradeya gelê Êlihê pêk bê em ê li vir bin û li ber xwe bidin. Îro gelê Êlihê ciwanên li kolanan berxwe didin silav dikin."
Daxuyanî bi dirûşma, "Bijî berxwedana gelê kurd" bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê polîsan, êrîşî girseyê kir û ciwan jî bersiv da êrîşan.