Li dijî qeyûm serdana esnafan
- 16:08 8 Mijdar 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Li dijî tayînkirina qeyûm li navçeyên Mêrdînê serdana esnafan hat kirin û banga xwedî li derketina vînê hat kirin.
Berxwedana li Mêrdînê ya li dijî tayînkirina qeyûm 5 roj in didomin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda Mêrdînê, Artuklu, Qoser, Nisêbîn, Dêrik, Şemrex, Mahsertê, Mîdyad û Kerboranê serdana esnafan kir.
Parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê tevlî serdanan bû. Welatiyan di serdanê de bal kişand ser xwedî li derketina vînê. Her wiha di serdanê de banga tevlîbûna daxuyaniya ku dê sibê li Parka Karayollari ya Artukluya Mêrdînê bê dayîn hat kirin.