Li Bûrsayê tundiya mêr: Jinek û pitikek hatin qetilkirin 2018-12-22 10:05:14   BÛRSA - Li Navçeya Inegolê mêrê bi navê Oguzhan Kayalp jina bi navê Zuhalp Kayalp û pitikê wê yê 5 mehî qetil kir.    Li Navçeya Inegola Bursayê mêrê bi navê Oguzhan Kayalp jina bi wî re zewicî ya bi navê Zuhalp Kayalp û pitikê wê yê 5 mehî yê bi navê Asaf Kerim qetil kir. Bi agahdarkirina cîranan ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Zuhal û pitikê wê jiyana xwe ji dest dane. Hat hînbûn ku herdu cenaze di nava tabûtekê de birine.    Oguzhan Kayalp hat binçavkirin û derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.