Jinên Til Temîrê: Em ê ji bo rûmeta xwe li berxwe bidin
- 09:05 21 Kanûn 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
HESEKÊ - Jinên Bajarê Til Temirê bertek nîşanî gefên Erdogan ên li dijî Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê da û gotin:"Gelê Kurd bi salan e hînî têkoşîn û berxwedanê bûye. Dê tu carî serî netewîne. Em ê ji bo rûmeta xwe li berxwe bidin."
Derbarê gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de jinên Til Temirê ya Hesekê gotin:"Em ê axa xwe ya bi xwîna şehîdên me hatiye avdan biparêzin. Heta ku rih di canê me de be em ê têbikoşin."
'Me zarokên xwe ji bo rojên wiha anî cîhanê'
Semîra Şukrî ya ji gundê Hemrayê ye wiha got:"Her buhustek axa Rojavayê Kurdistanê bi xwîna şehîdên me hatiye avdan, ne pêkan e gel dev jê berde. Li dijî dagirkeriyê ji 7 salî heta 70'ê salî em ê axa xwe biparêzin. Me zarokên xwe ji bo rojên wiha anî cîhanê û mezin kir. Dem dema yekîtiyê û parastina ax û rûmeta xwe ye."
'Divê hemû cîhan çavên xwe vekin û li dijî neheqî û dagirkeriyê bisekine'
Hediya Elo diyar kir ku hemû cîhan li dijî dagirkeriyê bêdeng e, ev yek ji mirovatiyê re xizmetê nake û wiha got:"Divê hemû cîhan çavên xwe vekin û li dijî neheqî û dagirkeriyê bisekine. Dagirkerî ji aştî û azadiyê re xizmetê nake. Zihniyeta dagirkeriyê neyarê aştî û azadiyê ye. Gelê Kurd bi salan e hînî têkoşîn û berxwedanê bûye. Dê tu carî serî netewîne. Em ê ji bo rûmeta xwe li berxwe bidin. Em ê axa xwe ya bi xwîna şehîdên me hatiye avdan biparêzin. Heta ku rih di canê me de be em ê têbikoşin."