Jinên Til Temîrê: Em ê ji bo rûmeta xwe li berxwe bidin 2018-12-21 09:05:29   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jinên Bajarê Til Temirê bertek nîşanî gefên Erdogan ên li dijî Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê da û gotin:"Gelê Kurd bi salan e hînî têkoşîn û berxwedanê bûye. Dê tu carî serî netewîne. Em ê ji bo rûmeta xwe li berxwe bidin."   Derbarê gefên Erdogan ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de jinên Til Temirê ya Hesekê gotin:"Em ê axa xwe ya bi xwîna şehîdên me hatiye avdan biparêzin. Heta ku rih di canê me de be em ê têbikoşin."   'Me zarokên xwe ji bo rojên wiha anî cîhanê'   Semîra Şukrî ya ji gundê Hemrayê ye wiha got:"Her buhustek  axa Rojavayê Kurdistanê bi xwîna şehîdên me hatiye avdan, ne pêkan e gel dev jê berde. Li dijî dagirkeriyê ji 7 salî heta 70'ê salî em ê axa xwe biparêzin. Me zarokên xwe ji bo rojên wiha anî cîhanê û mezin kir. Dem dema yekîtiyê û parastina ax û rûmeta xwe ye."    'Divê hemû cîhan çavên xwe vekin û li dijî neheqî û dagirkeriyê bisekine'   Hediya Elo diyar kir ku hemû cîhan li dijî dagirkeriyê bêdeng e, ev yek ji mirovatiyê re xizmetê nake û wiha got:"Divê hemû cîhan çavên xwe vekin û li dijî neheqî û dagirkeriyê bisekine. Dagirkerî ji aştî û azadiyê re xizmetê nake. Zihniyeta dagirkeriyê neyarê aştî û azadiyê ye. Gelê Kurd bi salan e hînî têkoşîn û berxwedanê bûye. Dê tu carî serî netewîne. Em ê ji bo rûmeta xwe li berxwe bidin. Em ê axa xwe ya bi xwîna şehîdên me hatiye avdan biparêzin. Heta ku rih di canê me de be em ê têbikoşin."