Desteya Jinên Enternasyonal:Tirkiyê şoreşa Jinê hedef digire

  • 15:06 20 Kanûn 2018
  • Rojane
HESEKÊ- Roj Têkoşîn a ji Desteya Jinên Enternasyonal a Ewropayê ku tevlî Çalakiya konê gireva birçîbûnê bû got:"Dewleta tirk  şoreşa jinê hedef digire."
 
Çalakyia ku serê sibehê ji aliyê Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve li Til Temirê hatibû destpêkirin, bi axaftinan dewam dike.
 
Roj Têkoşîn a li ser navê Desteya Jinên Enternasyonal a Ewropayê axivî got:"Min di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de şoreşa jinê dît, lewma me berê xwe da Rojava da ku piştgiriyê bidin jinên Kurd û tevahî jinan re têkeve nava piştevaniyê. Trikiyê û hemû dijminên gelan, bi gefên xwe ên li ser Rojavayê Kurdistanê şoreşa Jinê hedef digirin. Em ê li dijî gefan her li ser lingan bin. Em ê ta dawî piştgiriyê bidin jinên Kurd ên şoreşger."
 
Çalakiya konê greva birçîbûnê didome.