Desteya Jinên Enternasyonal:Tirkiyê şoreşa Jinê hedef digire 2018-12-20 15:06:25   HESEKÊ- Roj Têkoşîn a ji Desteya Jinên Enternasyonal a Ewropayê ku tevlî Çalakiya konê gireva birçîbûnê bû got:"Dewleta tirk  şoreşa jinê hedef digire."   Çalakyia ku serê sibehê ji aliyê Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve li Til Temirê hatibû destpêkirin, bi axaftinan dewam dike.   Roj Têkoşîn a li ser navê Desteya Jinên Enternasyonal a Ewropayê axivî got:"Min di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de şoreşa jinê dît, lewma me berê xwe da Rojava da ku piştgiriyê bidin jinên Kurd û tevahî jinan re têkeve nava piştevaniyê. Trikiyê û hemû dijminên gelan, bi gefên xwe ên li ser Rojavayê Kurdistanê şoreşa Jinê hedef digirin. Em ê li dijî gefan her li ser lingan bin. Em ê ta dawî piştgiriyê bidin jinên Kurd ên şoreşger."   Çalakiya konê greva birçîbûnê didome.