Ji bo Ahmet Kural 5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin

  • 15:40 19 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - Ji bo lîstikvan Ahmet Kural ê tundî li stranbêj Sila Gençoglu kir û lêpirsîn derbarê wî de hat vekirin, 5 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.  
 
Îdîanameya derbarê lîstikvan Ahmet Kural ê tundî li stranbêj Sila Gençoglu kir û lêpirsîn derbarê wî de hat vekirin, temam bû. Dozger bi sûcdariyên “heqaret kirin”, “gef xwarin” û “Bi sivikî birîndar kirin” derbarê Kural de ceza xwest. 
 
Di îdîanameya hat amdekirin de, ji bo Ahmet Kural 5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.