Ji bo Ahmet Kural 5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin 2018-12-19 15:40:07   STENBOL - Ji bo lîstikvan Ahmet Kural ê tundî li stranbêj Sila Gençoglu kir û lêpirsîn derbarê wî de hat vekirin, 5 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.     Îdîanameya derbarê lîstikvan Ahmet Kural ê tundî li stranbêj Sila Gençoglu kir û lêpirsîn derbarê wî de hat vekirin, temam bû. Dozger bi sûcdariyên “heqaret kirin”, “gef xwarin” û “Bi sivikî birîndar kirin” derbarê Kural de ceza xwest.    Di îdîanameya hat amdekirin de, ji bo Ahmet Kural 5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.