Sîlvana Elî: Li dijî gefên Erdogan pêwîst e gel rabe ser piyan

  • 10:44 19 Kanûn 2018
  • Rojane
HESEKÊ - Şêwirmenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîlvana Elî geşedanên siyasî, ji gelê bajarê Til Temirê re rave kir û got:"Dijî gefên Erdogan pêwîst e gel rabe ser piyan."
 
Şêwirmenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîlvana Elî derbarê geşedanên siyasî û gefên Erdogan li Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê, civînek li dar xist.Piştî deqeyek rêzgirtin, Sîlvana axivî. 
 
'Li dijî gefên Erdogan pêwîst e gel rabe ser piyan'
 
Sîlvanayê wiha got:"Herêm di rewşeke pir hesas de derbas dibe. Li dijî gefên Erdogan pêwîst e gel rabe ser piyan. Divê em ji bo her kêliya êrîşên li dijî me amade bin û bibin yek. Li dijî gef û planên Erdogan ên qirêj divê em hemû bibin yek û her amade bin."
 
Di dawiya civînê de Sîlvanayê bersiva pirsên beşdarvanan da.