Sîlvana Elî: Li dijî gefên Erdogan pêwîst e gel rabe ser piyan 2018-12-19 10:44:55   HESEKÊ - Şêwirmenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîlvana Elî geşedanên siyasî, ji gelê bajarê Til Temirê re rave kir û got:"Dijî gefên Erdogan pêwîst e gel rabe ser piyan."   Şêwirmenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîlvana Elî derbarê geşedanên siyasî û gefên Erdogan li Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê, civînek li dar xist.Piştî deqeyek rêzgirtin, Sîlvana axivî.    'Li dijî gefên Erdogan pêwîst e gel rabe ser piyan'   Sîlvanayê wiha got:"Herêm di rewşeke pir hesas de derbas dibe. Li dijî gefên Erdogan pêwîst e gel rabe ser piyan. Divê em ji bo her kêliya êrîşên li dijî me amade bin û bibin yek. Li dijî gef û planên Erdogan ên qirêj divê em hemû bibin yek û her amade bin."   Di dawiya civînê de Sîlvanayê bersiva pirsên beşdarvanan da.