Li Îdirê gelek kes hatin binçavkirin

  • 14:02 18 Kanûn 2018
  • Rojane
ÎDIR - Di encama serdegirtina malan de di nav de Parlamentera HDP'ê ya berê Kiznaz Turkeli, Hevseroka Şaredariya Îdirê Şaziye Onder û Hevserokê Şaredariya Tuzluca Mehmet Gultekin û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Di encama operasyonên ku navenda wê Îdir e serê sibehê gelek kes hatin binçavkirin. Di encama operasyonên girtina ser malan a Stenbolê de Parlamentera HDP'ê ya berê Kiznaz Turkeli hat binçavkirin. Li Îdirê jî Hevseroka Şaredariya Îdirê Şaziye Onder û Hevserokê Şaredariya Tuzluca Mehmet Gultekin, Hevseroka HDP'ê ya bajêr a berê Oya Malgaz û Vedat Yilmaz,  Kadir Ozsular, Adem Kartal, Zubeyde Kaynar, Ayşe Bagış hatin binçavkirin. 
 
Kesên ku hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Bajarê Îdirê. Hinceta binçavkirinan nehat hînbûn.