Li Îdirê gelek kes hatin binçavkirin 2018-12-18 14:02:08   ÎDIR - Di encama serdegirtina malan de di nav de Parlamentera HDP'ê ya berê Kiznaz Turkeli, Hevseroka Şaredariya Îdirê Şaziye Onder û Hevserokê Şaredariya Tuzluca Mehmet Gultekin û gelek kes hatin binçavkirin.    Di encama operasyonên ku navenda wê Îdir e serê sibehê gelek kes hatin binçavkirin. Di encama operasyonên girtina ser malan a Stenbolê de Parlamentera HDP'ê ya berê Kiznaz Turkeli hat binçavkirin. Li Îdirê jî Hevseroka Şaredariya Îdirê Şaziye Onder û Hevserokê Şaredariya Tuzluca Mehmet Gultekin, Hevseroka HDP'ê ya bajêr a berê Oya Malgaz û Vedat Yilmaz,  Kadir Ozsular, Adem Kartal, Zubeyde Kaynar, Ayşe Bagış hatin binçavkirin.    Kesên ku hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Bajarê Îdirê. Hinceta binçavkirinan nehat hînbûn.