Derbarê Kibriye Evren a ket greva birçîbûnê de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 12:41 18 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Tevî Rojnameger Kibriye Evren derbarê 3 kesên ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn, ji aliyê rêveberiya girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin.  
 
Grevên birçîbûnê yên ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, didomin. Tevî Rojnameger Kibriye Evren derbarê 3 kesên ku di 16'ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn, ji aliyê rêveberiya girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin. Ji aliyê rêveberiya girtîgehê hat xwestin ku Kibriye Evren û jinên din devkî yan jî nivîskî parastinê bikin. 
 
Kibriye Evren, Elif Kaya û Hilal Olmez dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn û hat hînbûn ku jinên bi navê 
Ozlem Seyhan, Edanur Bazencir û Kubra Barutçu jî dest bi greva bi dem û dorveger kirine.