Derbarê Kibriye Evren a ket greva birçîbûnê de lêpirsîn hat destpêkirin 2018-12-18 12:41:15   AMED - Tevî Rojnameger Kibriye Evren derbarê 3 kesên ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn, ji aliyê rêveberiya girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin.     Grevên birçîbûnê yên ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, didomin. Tevî Rojnameger Kibriye Evren derbarê 3 kesên ku di 16'ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn, ji aliyê rêveberiya girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin. Ji aliyê rêveberiya girtîgehê hat xwestin ku Kibriye Evren û jinên din devkî yan jî nivîskî parastinê bikin.    Kibriye Evren, Elif Kaya û Hilal Olmez dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn û hat hînbûn ku jinên bi navê  Ozlem Seyhan, Edanur Bazencir û Kubra Barutçu jî dest bi greva bi dem û dorveger kirine.