Rojnameger Kibriye Evren jî dest bi gireva birçîbûnê kir

  • 16:30 17 Kanûn 2018
  • Rojane
AMED - Bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê li girtîgehên herêman û Tirkiyeyê 30 girtiyan do dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Rojnemeger Kibriye Evren û her du jinên bi navê Elif Kaya û Hilal Olmez jî dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya gireva Leylayê ket roja xwe ya 40'an. Bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê li girtîgehên herêman û Tirkiyeyê 30 girtiyan do dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Rojnemeger Kibriye Evren û herdu jinên bi navê Elif Kaya û Hilal Olmez ên li Girtîgeha Girtî ya Tipa E'yê ya Amedê jî dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. 
 
Girtiyan diyar kirin ku tenê daxwaza wan ew e ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û gotin ku heger tecrîd bi dawî nebe ew ê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Hat hînbûn ku Rojnemeger Kibriye Evren û herdu jinên bi navê Elif Kaya û Hilal Olmez ên li Girtîgeha Girtî ya Tipa E'yê ya Amedê jî dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.