Rojnameger Kibriye Evren jî dest bi gireva birçîbûnê kir 2018-12-17 16:30:19   AMED - Bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê li girtîgehên herêman û Tirkiyeyê 30 girtiyan do dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Rojnemeger Kibriye Evren û her du jinên bi navê Elif Kaya û Hilal Olmez jî dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya gireva Leylayê ket roja xwe ya 40'an. Bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê li girtîgehên herêman û Tirkiyeyê 30 girtiyan do dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Rojnemeger Kibriye Evren û herdu jinên bi navê Elif Kaya û Hilal Olmez ên li Girtîgeha Girtî ya Tipa E'yê ya Amedê jî dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.    Girtiyan diyar kirin ku tenê daxwaza wan ew e ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û gotin ku heger tecrîd bi dawî nebe ew ê çalakiya xwe bidomînin.    Hat hînbûn ku Rojnemeger Kibriye Evren û herdu jinên bi navê Elif Kaya û Hilal Olmez ên li Girtîgeha Girtî ya Tipa E'yê ya Amedê jî dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.