Îdiaya qeyda 7 hezar leşkerî ya ji bo deng li Şirnexê hatiye çêkirin!

  • 11:04 17 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku ji bo 7 hezar û 296 leşker û polîs dengên xwe bi kar bînin qeyda wan anîne Navçeya Bêşebab a Şirnexê. 
 
Hatibû îdiakirin ku ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2019'an bi hezaran qeydên polîs û leşkeran li Şirnexê çê kirine. Hat diyarkirin ku heta niha qeyda 7 hezar û 296 qeydên polîs û leşkeran hatiye çêkirin. 
 
Qeydên ku belgeyên wan tên veşartin dê heta kengî bidome û dê hejmara dawî dê heta kengî aşkere bibe ne diyar e.