Îdiaya qeyda 7 hezar leşkerî ya ji bo deng li Şirnexê hatiye çêkirin! 2018-12-17 11:04:39   ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku ji bo 7 hezar û 296 leşker û polîs dengên xwe bi kar bînin qeyda wan anîne Navçeya Bêşebab a Şirnexê.    Hatibû îdiakirin ku ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2019'an bi hezaran qeydên polîs û leşkeran li Şirnexê çê kirine. Hat diyarkirin ku heta niha qeyda 7 hezar û 296 qeydên polîs û leşkeran hatiye çêkirin.    Qeydên ku belgeyên wan tên veşartin dê heta kengî bidome û dê hejmara dawî dê heta kengî aşkere bibe ne diyar e.