Hevjînên Şehîdan: Ji bo pêşveçûnê perwerde girîng e
- 09:03 17 Kanûn 2018
- Rojane
ŞEHBA - Hevjînên Şehîdan yên herêma Efrînê ku tevlî dewreya Şehîd Bêrîtan bibûn diyar kirin ku dema mirov bixwaze xwe bi pêşve bixe û dîroka xwe nas bike pêwiste ku mirov xwe perwerde bike.
Hevjînên Şehîdan tevli dewereya perwerdeyê ya ji bo wan li navçeya Şêrawa ya Şehabyê ji bo 8 rojan hat vekirin bûn derbarê perwerdeya dîtin de nêrînên xwe anîn ziman.
Rêvebera Saziya Hevjînê Şehîdan Sibhan Hisên da zanîn ku li Kantona Şehbayê dewreya 7'emîn ku ji hevjînên şehîdan re li ser fikir û felsefeya Rêber Apo tê vekirin û wiha got:"Ev roja 8'emîn ku hevjînên Şehîdan li gundê Aqîbê yê Navçeya Şêrewa dewreya îdeolojîk dibînin her wiha dewreya ku hate dayîn li ser fikira jina azad û Felsefeya Rêber Apo bû."
Sibhanê wiha dawî li axafitina xwe anî: Îro bi saya Şehîd Arîn, Sakîne, Şîlan, Bêrîvan, Zîlan , Bêrîtan, Avêsta û Barînan fikira jina azad di nav civakê de belav bûye. Di derbarê 8 rojan berdewam kir de hevjînên şehîdan tê giştîn ku perwerde weke nan û avê girînge û bi riya perwerdeyê jin dikare xwe nas bike, hêza xwe xurit bike û mirov dizane ku dayîk û ax yekin."
'Em ê li ser riya şehîdan bin'
Her wiha Hevjîna Şehîd Ebo Ehmed Hevên Dewd jî da zanîn ku perwerde û zanebûn dihêle ku mirov jiyanê nas bike û wiha berdewam kir: " Dema ku em derbasî dewreya Şehîd Bêrîtan bûn, me derbarê xwe de tiştek nedizanî lê piştî 8 rojan me em têgihîştin ku jin çi ye, di dîrokê de çawa bû û em ji bo çi dijîn. Perwerdeya me tenê 8 rojan berdewam kir lê medixwest ku zêdetir be. Ji er ku mirov çiqas berewerdê bibîne mirov ewqas kêmasiyên xwe dibîne."
Di dawiyê de Hêvîn wiha got:" em wek hevjînên Şehîdan soz didin gelê xwe, Rêber Apo, Şehîdên azadiyê ku em ê heta dawiyê li ser şopa Şehîdan bin û zarokên Şehîdan jî li ser fikira azadiyê û demokrasiyê mezin bikin."
'Em tu carî gavê paşde navêjin'
Hevjîna Şêro Roşîn Ibrahîm jî ev tişt got:" Bi giştî ev 8 rojin ku em tevlî dewreya Şehîd Bêrîtan bûne, piştî ku perwerde bi dawî bû me fikir û felsefeya Rêber Apo ya 41 salin ji bo jinan tekoşînê dike,nas kir. Pêwîste ku mirov perwerde ji xwe re tişta sereke di jiyan xwe de bibîne ji ber ku perwerdekirin û zanebûn mirov bi hêz dike. Em wek Hevjînên Şehîdan tu carî gavê paşde nevêjin."