Pervîn Buldan: Wê gelê geverê qeyûman bişîne Enqerê
- 17:47 16 Kanûn 2018
- Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di çarçoveya gera Colemêrgê de îro hat Geverê û bi gelê Geverê re hat cem hev.Pervîn, diyar kir ku gelê Geverê dê Qeyûman bişîne Enqere û wiha got: “Qeyûman nelirêtî û bê hiqûqî kirin û êrîşî nirxên
me kirin. Ji ber vê yekê gelê Geverê dê wan bişîne Enqereyê. Divê gelê Geverê çavê xwe ji xerakirin û kuştina li Geverê re negire."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di çarçoveya gera Colemêrgê de îro hat Geverê û bi gelê Geverê re hat cem hev. pervîn duh li Colemêrgê îro jî li Geverê gel ziyaret kir. Pervîn û heyeta pê re li ketina Geverê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Parlamenterê HDP'ê Saît Dede, Wekîlê HDP'ê yê berê Esat Canan, Endama MYK'ê ya HDP'ê Îlknur Birol, Aysel Guzel, endamên Meclisa HDP'ê Alî Ozkan, Şerif Durmaz, Endamê Meclîsa DBP'ê Şehzade Kurt û gelek kesên din jî tev li pêşwazîkirinê bûn.
'Em ji bo strarta hilbijartinê hatin'
Pervîn, diyar kir ku ji bo li Geverê Starta hilbjartinê bidin hatine vir û wiha got: "Xebata ku me li Îdirê da destpêkirin îro em li vir berdewam dikin. Polîtîkayên tundiyê berdewam dikin. Ji 7'ê Hezîranê heta niha li dijî gelê kurd polîtîkayên tunekirinê tên meşandin. Hevalên me yên hatin girtin bi parastina xwe sekna xwe ya berxwedanê nişan dan. Parastina Demîrtaş dê li fakulteyên hiqûqê wekî ders bên dayîn. Di danişînê de min bi Demirtaş re hevdîtin kir. Min got ez dê biçim Geverê. Silavên Demîrtaş hebûn. Berxwedana hevalên me yên girtîgehan rê nîşanî me didin. Gelê Tirkiye an dê rêya faşîzmê an jî dê rêya aştî û demokrasiyê hilbijêre. Lê gelê Kurdistanê rêya aştî û demokrasiyê hilbijartiye."
'Şer bandora neyînî li her kesî dike'
Pervîn, bal kişand ser sekn û berxwedana gelê Geverê jî û wiha got: "Qemûman nelirêtî û bê hiqûqî kirin û êrîşî nirxên me kirin. Ji ber vê yekê gelê Geverê dê wan bişîne Enqereyê. Divê gelê Geverê çavê xwe ji xerakirin û kuştina li Geverê re negire. Em Leyla Guven a 39 rojin di berxwedanê de ye silav dikin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina gelê Tirkiye û li ser jinan ên Tirkiye tê kirin e. Divê hemû gelê Tirkiye li dijî vê tecridê helwesta xwe nîşan bide. Parêzer û malbat serlêdan dike, lê serlêdanên malbat û parêzeran li dijî hiqûqe tê redkirin. Me dît ku pêvajoya aştiyê aramî anî Tirkiye. Êdi dayik negiriyan. Lê piştî şer dest pê kir dîsa êş zêde bûn û hêsirên dayikan bariyan.
Şer tê kirin tenê ne gelê Kurd, hemû gelê Tirkiyeyê neyînî bandor dike. Cenaze diçin Ege, Derya Reş û hemû herêmên Tirkiyeyê. Divê em bi hevre rê li pêş vê yekê bigirin. Li bajarên ku qeyûm tayîn kirin gel dê bersîva vêyekê bide û dê wan dîsa bişîne Enqereyê. Bîrdariya Roboskî Ugur Kaymaz Ehmetê Xanî û gelek nirxên kurdan ên hatin rakirin nayên ji bîr kirin. Gel vê yekê ji bîr nake. Bi taybetî gelê Geverê mirin û xerakirina li bajar ji bîr nake. Gelê Geverê dê Qeyûm bişîne Enqereyê. Serlêdana ji bo namzetan a Zêde gelek bi wate ye. Di demek kurd de em dê namzetên xwe hilbijêrin û bi gel bidin naskirin. Dê li her bajar û navçeyê hevşaredarên me hebin. Yek jin û yek mêr. Gelê Geverê dê bi dengê herî zêde bersîvê bide AKP û Qeyûman. Ev keştî teqez dê bigêje peravê. "