Çalakiya Gireva birçîbûnê ya navçeya Amûdê bi dawî bû

  • 17:31 16 Kanûn 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Çalakiya Gireva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re li navçeya Amûdê di roja xwe ya duymîn de bi dawî bû.
 
Çalakiya Girva birçîbûnê ku ev du roj e li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ji aliyê rêxstina Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokeratîk (PYD) ve hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di nav çalakiyê de gelek axavtin hatin kirin ku wê heta dawîyê piştvaniya Leyla Guven bikin û ji bo azadiya Rêber Apo dê her têkoşînê bidomînin.
 
Çalakiya Gireva Birçîbûnê li navçeya Amûdê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Dê sibe jî çalakî li bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Hesekê dest pê bike.