Yurdusev Ozsokmenler: Em dikarin rêveberiya xweser ya gel pêk bînin
- 17:16 16 Kanûn 2018
- Rojane
ENQERE - Berpirsiyara Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê û Cîgira Hevseroka Giştî Yurdusev Ozsekmenler, têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herîmî diyar kir ku hilbijratina 31'ê Adarê ji bo wan firsendek e û wiha got: “Em dê ji rêveberiya herêmî de dest bi guhertinê bikin. Em dê gel bikin navenda polîtîkayê. Em dikarin rêveberiya cewherî ya gel pêş bixin. Ger ku me gel kir kirdeya politik wê demê em dikarin navendê jî û cîhanê jî buguherînin.
Berpirsiyara Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Cîgira Hevseroka Giştî Yurdusev Ozsekmenler, di komxebata “Di şertên faşîst û krîza aborî de, derfetên rêveberiya herêmî ya demokratîk û gelparêz" ku ji aliyê Buroya Malên Gel (Halkevlerî) ya Enqereyê ve pêk hat de axivî. Yurdusev, li ser rêveberiyên herêmî axivî û wiha got: “Rêveberiyên herêmî bersîva Em dixwazin çawa bijîn? e. Em dixwazin çawa bijîn. Pirsgirêk û pêdiveiyên me yên çandî, civakî û aborî çi ne? Divê em xanî û parkên xwe çawa ava bikin.' Bersîva vê yekê di destê rêveberiya herêmî de ye. Cihê ku em jiyanê lê bi rêve dibin rêveberiyên herêmî ye. Divê em bi xwe xizmeta xwe organize bikin û bi rêve bibin. Divê em feraseta navendî ji herêmê de biguherin. Divê em guhertinê dîsa ji herêmê de biguherin. Ji ber vê yekê divê rêveberiya herêmî pir rengî û pir dengî be. Divê demokratîk û hêza xwe ji gel bistîne be. Li Tirkiye ji sedî 50 qeyûm tayînî vîna şaredariyan hatiye kirin. Mekanîzmaya Qeyûm temenê pergala AKP û MHP'ê dirêj dike. Bi hevkariya AKP û MHP'ê hat avakirin.
Divê rêveberiyên herêmî demokratîk, pir denî û pir rengî be. Gel kî ye çiye? Gel jin, mêr, zarok, karker, cotkar esnaf, sunî, elewî, musevî, LGBTÎ û hwd ye. Kurd û Tirk e. Yanî pir nasname ye. Divê rêveberiyên herêmî bi hemû cudahiyên xwe bi hevre û di nava hevde bijîn. Hevkariya AKP û MHP'ê li ser yek navendîbûnê hatiye avakirin. Naxwaze kesên cuda fikr û nerînên xwe bînin ziman."
Yurdusev, anî ziman ku ew bi guhertina rêveberiyên herêmî yên herêmê dê navendê û cîhanê jî biguherînin û wiha bi dawî kir: "Ger ku gel tev li rêveberiyên herêmî bibe û vîna xwe nîşan bide dê guhertin hêsaentir bibin. Ji ber vêyekê divê hemû hêzên herêmî bi biryar û israr vîna xwe tev li hilbijartina rêveberiyên herêmî bike. Jin, ciwan divê xwe tev li xebatên meclîsan bikin. Ji ber vê yekê hilbijartinaı 31'ê Adarê ji bo demokratîkbûn û guhertina cîhanê firsendek mezin e. Divê em vê firsendê rast û baş bikar bînin."