Gelê Şengalê wê bi berxwedanê êrîşan vala derxîne
- 16:36 16 Kanûn 2018
- Rojane
SENGAL - Welatiyên Şengalê li dijî êrîşên dewlata tirk li ser herêma Şengal û Mexmurê, meşek li bajarokê Sinunê yê girêdayî Şengalê li dar xistin. Di meşê de jinên êzidî yên kurd axivîn û êrîş şermazar kirin.
Dewlata tirk her ku dice êrşên xwe li ser gelê azadîxwaz zêde dike. Gelê ku bi fikira azadiyê xwe birêxstin dike û xweseriya xwe dixwaze hertim rastî êrîşên hovanê tên. Piştî Fermana 3'yê Tabaxa 2014 an, êzidiyên Şengalê di hemû zor û zahmetiyan de li ber xwe dan û dev ji axa xwe bernedan. Ev caran 3'emîn e ku dewlata tirk bi balafirên şer êrîşî Şengalê dike. Gelê Şengalê li hember van erîşên hovane bi helwesteke xurt li ber xwe dide. Jinên Şengalê ku êrîş şermezar kirin diyar kirin ku dewleta tirk bi êrîşên dike dixwaza îradeya wan tune bike.
'Bila vegerin ser axa xwe'
Jina bi navê Meyan Eliyas jî derbarê Êrîşên Dewlata Tirk de axivî, meyan Eliyas wiha dest bi axaftinê xwe dike: “ Dewlata tirk bi dehan caran ferman bi serê Gelê Kurd de anî. Hertim dijmin dixwaze ku çand û ola me tuna bike û ji holê rake. Êvara cajna rojiya Êzî êrîşên bi balafiran yên dewlata tirk li ser Şengalê çêbun. Armanca van erîşan ew e ku îradeya gel tûne bikin. Weke gelên Êzî bi taybetî jî weke jinên Êzî em ê heta dawî li hember van êrişên hovane li ber xwe bidin.
Me di rojên teng de jî dev ji axa xwe û çanda xwe berneda em ê niha jî heya dawî bi îradeya xwe li ser axa xwe bijîn. Ez bang li kurdên êzidî dikim ku vegerin ser axa xwe têkoşînê bidin.”
Jinabi navê Tekus Celal jî di derbarê êrîşên dewlata Tirk de wiha got: “ Ev Sê carin ku Erdogan bi balafirên xwe yên şer êrişî Şengalê dike, daku me êzidiyan cav tirasandî bike û bi vî awayî bibe sedem ku gel venagere ser axa xwe. Bila dewlata tirk baş bizane ku êzidî ji êrîşên wê natirsin. Em ê heta dawî li ser axa xwe bijîn. Em şehîdên ku di encamê êrîşa dewlata tirk
lir Wargeha Pênaberan ya Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê Şehîd bune bi bîr tînin. Peyama me ya li hember van erişan ew e ku em ê heta dawî li ber xwe bidin û em ji tu erişên hovane natirsin. Banga me ji dewlata Îraqê heya ku helwesta xwe li hemberî van êrîşan zelal bikin.”
Leylê Mirad jî di axaftinên xwe de ev gotin anîn ziman: “ Di roja cejnê de Erdogan êrîşî Şengalê û Mexmur’ê kir. Ji fermanê de hîn keç û xortên me di deste Daîş ê da ne. Mirovên ku mafên mirovan diparezin û ew hovîtiyê ku li ser civaka me tê meşandin dibînin û pêwîste bêdeng nemînin. Em wek civaka êzîdî ne li ser kesekî ne jî miletekî me zordarî nedaye meşandin. Dewleta Iraq jî derbarê lêdana dewleta tirk de bêdeng maye em bi tûndî şermezar dikin.”
'Di roja Cejna Ezî de êrş kirin'
Fehîm Silêman ji derbarê lê danê firokeyên şer ê dewleta tirk wiha got: “Di serî de em van êrîşan şermezar dikin. Ji ber ku roja şeva cejna me ye Êzî bû erîş kirin, her wiha li Mexmurê jî êrîş kirin û jinan jiyana xwe ji dest da. Ji çi sebebê Erdogan êrîî ser me dike. Ji bo ew erîş werên sekinandin pêwîst e hemu gel civak rabin ser piyan. em qebûl nakin li hemberî van êrîşan Iraqê bêdeng bimîne.”
'Em bêdengiya Ebadî şermezar dikin'
Adulê Hecî jî wiha axîfî: “ Şeva cejnê bû firokeyên şer ên dewletê tirk li ser Şengalê û Mexmurê êrîş pêk anîn. Li Ruxmî ku di bin ala Iraqê de Erdogan êrîş dike, Iraq bê deng dimînê. ew 4 salin hestiyên mirovan di gorên komî de ne kes deng nakê, rêkên ku em nexwaşên xwe bibin tedavî bikin qut dikin. Em wek civak me tiştek nekiriye ne jî niştecihên Mexmurê lê çima erîş dikin. Bêdengiya Abadi nayê qebûl kirin em bi tundî şermezar dikin.”