Gulseren Yolerî: Serlêdanên binpêkirinên mafan zêde bûne
- 13:49 16 Kanûn 2018
- Rojane
STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, di panela hefteya mafên mirovan de axivî û diyar kir ku li Stenbolê par 320 kesan serlêdan kir, îsal duqet zêde bûn û 703 kesan ji bo îhlalan serlêdan kirin. Yolerî, anî ziman ku sala par ji girtîgehan 118 kesan serî li komeleyê da lê îsal derket 382'an.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê û Wakfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TİHV) bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li salona Konferansê ya Kampusa Zanîngeha Hunerên Xweşik a Mîmar Sînanê panela Panoramaya Mafên Mirovan pêk anîn. Ewil Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci û Seroka Şaxa ÎHD'ê Gulseren Yolerî axaftin kirin.
Ewil Şebnem Korur Fîncanci, axivî û wiha got: "Em hewl didin ku rastî û heqîqeta Tirkiye bi aktorên dewletê re rû bi rû bînin. Em hewl didin mafên xwe baş bikin. Lê divê em her dem têbikoşin. Em tu carî dest ji têkoşînê bernadin. "
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî bal kişand ser zêdebûna îhlalên mafên mirovan a li Tirkiye û wiha got: "Li Tirkiye êdî gotina aştiyê jî sûc tê dîtin. Dewlet mafê mirovan binpê dike û hincetan nîşan dide. Bi taybetî di serdema OHAL'ê de OHAL dikir hinceta binpêkirina mafan. Lê di şer de jî mafê ku neyên binpêkirin hene. Divê cudakarî di nava kesan de neyên kirin. Mafê parastina mafan heye. Azadiya bawerî, wîcdan û qeneetê heye. Serokomar bi minasebeta hefteya mafên mirovan axivî û got 'şîkateyên der barê polîsan û eskeran ên îşkence û muameleya xerab kêm bûye'. Em dipirsin Şibakeya Qesrê li ku dinere? Teqez em dizanin ku çavê qesrê li Tirkiye nanere. Li cihekî din dinere. Sala par 320 kesan ji bo îhlalan serî li komeleyê da. Lê îsal 703 kesan ji bo îhlalên mafan serî li me dan. Sala par ji girtîgehan 118 kesan serî li komeleyê da lê îsal derket 382'an. Ev her tiştî nişan dide."