Jinên Mexmûrê: Em fêrî penaberiyê nebûn em fêrî tecîrîdê jî nabin
- 12:41 16 Kanûn 2018
- Rojane
MEXMÛR - Jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cudî bi dirûma ‘Em fêrî penaberiyê nebûn, em ê fêrî tecrîdê jî nebin’ji bo şikandina tecrîdê dest bi gireva birçîbûnê kirin.
Jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî diyar kirin ku heya ew agahiyekê ji Rêberê xwe negirin wê çalakiyên xwe berdewam bikin. Jinan dan zanîn ku ew fêrî penaberiyê nebûn wê fêrî tecrîdê jî nebin û wê ji bo şikandina tecrîdê bi her awayî çalakiyên xwe berdewam bikin.
Yek ji van jinên ku tevli çalakiyê bûye Cemîle Korkmas wiha dibêje: "Em jî weke jinên wargehê li hemberî tecrîdê tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûne. Heya ku em agahiyekê ji Rêberê xwe negirin em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Weke jinên wargehê em li pey Rêberê xwe û şehîdên xwe ne, em ê ticarî serî li hemberî dijminan netewînin."
'Ger ku em îro ranebin em ê kengî rabin'
Jina çalakvan a bi navê Mriyem Kara jî ev tişt got: Ev 20 sal in Rêberê me girtî ye û di bin tecrîdê de ye. Ger ku em îro ranebin ser piyan em ê kengî rabin. Tecrîda li ser rêberê me li ser me hemûyan e. Em piştevaniya Leyla Guven dikin. Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin heya ku em agahiyekê ji Rêberê xwe negirin em çalakiya xwe bi dawî nakin. Em bang li PDK’ê dikin ku piştevaniya dijminê me neke. Bila êdî şatiyên dîrokî neke, wê dîrok wan efo neke."
Dilşîn Kara jî hestên xwe wiha anîn ziman: "Em jinên ciwan em ê xeta Şehîd Bêrîtan û Şehîd Zîlan bişopînin. Heta dawiyê em ê li Rêberê xwe xwedî derkevin. Heta ku agahiyek ji Rêberê me neye weke ciwan wê çalakiyên me berdewam bikin."
'Bi giyanê berxwedana şehîdan em li ber xwe didin'
Sozdar Tallî jî wiha got: "Ez jî weke jinek ciwan tevlî çalakiya greva birçîbûnê dibim. Heta dengek ji Rêber APO neye em ê ciwan di nava çalakiyan de bin. Ji bo berdewamkirina giyanê Kemal Pîr û Mazlum Doxan em ê çalakiyên xwe yên ji bo rakirina tecrîdê berdewam bikin. Em weke jinên ciwan piştevaniya çalakiya Leyla Guven dikin. Banga min ji bo hemû ciwanan ew e ku li hemberî tecrîdê bêdeng neminin. Rêber APO dibêje ‘Me bi ciwanî destpê kir em ê bi ciwanî serkevin.’ Banga min ji bo hemû ciwan e ku bi giyanê rêveberiyên xweser tevlî çalakiyên ji bo rakirina tecrîdê bibin."
Jina ciwan Buhar Kara jî ev tişt got: "Ev tecrîda giran li ser Rêberê me berdewam dike em weke ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî nikarin bipejirînin, ji bo wê em tevlî çalakiyê bûne. Em ê ciwanên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî li hemberî tecrîdê bêdeng neminin. Em fêrî penaberiyê nebûn emê fêrî tecrîdê jî nebin."