TAJÊ bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

  • 12:34 16 Kanûn 2018
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ku di 13'ê Kanûnê de li ser Sîncar û li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustm Cûdî (Mexmûr) pêk anîn şermezar kir.
 
Tevgera Azadiya Jinen Êzîdî (TAJÊ)  li dijî êrîşên dewlet tirk ku di 13 meha Kanûnê de li ser Şengal û Mexmûrê  pêk daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bi daxuyaniya ku weşand êrîş şermeza kirin.
 
Daxuyaniya TAJÊ wiha ye: "Êrîşên hewayî ku di 13 ‘ê kanûnê de dewleta  tirk li ser Mexmûr û Şengal pêkanîn, helwestek dijmirovî ya li dijî gelê krud e. Di encama van êrîşan de 4 jinen sîvîl li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jiyana xwe ji dest dan. Niştecihên wargehe ji ber zilm û zordariya dewleta tirk neçar mabû cîh û warên xwe yên li bakûrê Kurdistanê berdin û jiyana penaberiyê di bin sîwana Netewen Yekbuyî de bidomînin. Le mixabin dewleta tirk ku tu maf û qanûnan nas nake heya roja me ya iro jî zextên  li ser gelê me yê Mexmûrê  berdewam dike.  Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê em van erîşan şermezar dikin.  Hedef û armanca van erîşan ji bo berjewendiyen xwe çavtirsandina gel û parçekirin e. Gelê me yê Mexmûrê gelekî ku bi berxwedan û tekoşîna xwe ya li dijî bê edaletiyê tê naskirin e. Je vê wê siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk bi ser nekeve.
 
Di rojên cejnê de êrîş kirin
 
Dîsa li Şengale di rojên Cejna Êzî de êrîşek wiha qirêj ku di encamê de 3 sivilên ji Kobanê jiyana xwe ji dest dane bê rûmetî u binpêkirina nirxên civake ye. Kurdên ê ezîdî ku bi dehan car rû bi rûye fermanan mane û piştî fermana dawî ya  çeteyen DAİŞ’ê berxwedanek dîrokî nîşan dane, pewîste vî ruhe berxwedanê bilindtir bikin  û tifaq û yekîtiya xwe hê betir xurt bikin. Pewiste ku li hember van êrîşên hovane civaka me ya  êzîdî, xwe bi rêxistin bike, di xweseriya demokratîk û di ideolojiya netewa demokratîk de bi israr tevbigere. Disa  xwedî li xwe, ol, vîn û nirxen xwe derbikeve. Bi vî awayî wê di serî de kurdên êzidî bi giştî hemû kurd van êrîşan vale derbixîn.
 
Em dubare van êrişên li ser wargeha Penaberan a  Şehîd Rûstem Cûdî ( Mexmûrê)  û Şengalê şermezar dikin.  Banga me ji bo gelê me ku li dijî  van êrîşan bê deng nemînin, tekoşîn û tifaqa xwe xortir bikin."
 
'TAJÊ çalakiya Leyla Guven silav dike'
 
Tevgera Jinên Êzîdxanê (AJÊ) di dawiya daxuyaniya xwe de çalakiyê Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî silav kir û wiha got: "Ev 38 rojin ku parlementer û Hevseroka KCD'ê  Leyla Guven di greva birçîbûnê a bê dem û bê dorvegerê de ye. wekî Tevgera Ayadiya Jinên Êzidxanê bi rêzdarî nêzî helwesteke wiha dibin û piştgiriyê didin vê çalakiyê. Bê gûman daxwaza Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo rewa û di cîh de ye."