Li Mexmûrê Greva birçîbûnê hat destpêkirin

  • 10:42 16 Kanûn 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê)  greva birçîbûnê hat destpêkirin. Grev wê bi 3 koman berdewam bike koma yekemîn îro piştî daxuyaniyê dest bi çalakiyê kir. Di koma ku îro dest bi çalakiyê kir de 15 kesan pêk tê û ji van 15 kesan 8 jê jin in.
 
Wargeha Şehîd  Rustem Cûdî (MEXMÛR)  ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven greva birçîbûnê hat destpêkirin. Greva ku hat destpêkirin ji 3 koman pêk tê û koma yekmîn ku ji 15 kesî pêk tê û ji van 8 kesê jê jinin dest bi çalakiyê kirin.
 
Beriya ku çalakî bê destpêkirin ji bo pakrewanên azadiyê rêz hat girtin û ji aliyê  Endamê Komîteya Karên Derve Bêwar Unver ve daxuyaniyek hat xwednin. 
 
 Bêwar bi riya daxuyaniyê  diyar kir ku ew ê li hemberî tecrîda girankirî ya li  ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin greva birçîbûnê bidin despêkirin û wiha domand: “Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heya niha hevdîtin bi Rêbertiya me re nayê kirin. Ji bo rakirina Tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd em jî piştgiriyê didin Leyla Guven em dest bi gireva birçîbûnê dikin. Tecrîda li ser Rêbertiya me her ku diçe giran dibe. Em weke gelê wargehê nikarin vê bipejirînin, ji bo rakirina tecrîdê em ê di nava çalakiyan debin. Ev tecrîd her ku çu ji  sala 2011’an heta niha bi şêweyê cuda dewam kir. Bi giran kirina tecrîdê  re hewildidin têkiliya Rêberê me bi gel re qut bikin. Lê em destûr nadin vê yekê.”
 
Li her derê çalakî 
 
Bêwar destnîşan kir ku li her deverê çalakiyên bi diruşma ‘Leyla Guven mafdare’ destpê kirine û ew jî weke wargeh wê piştevaniya çalakiyê bikin û wiha berdewam kir: “Li Kurdistan û derveyî welat ji bo piştevaniya  çalakiya jina kurd Leyla Guven li her deverê çalakî hatine destpêkirin destpêkirin. Em jî weke gelê wargehê ji bo rakirina tecrîdê û piştevaniya  bi Leyla Guven  re çalakiya greva birçîbûnê didin despêkirin. Emê weke wargeh li hemberî tecrîdê û hemû êrîşan li ser piyan û di nava çalakiyan debin. "
 
Êrîşên li ser wargehê hatin şermezarkirin
 
Bêwar bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûrê û Sîncarê jî û ev tişt got: “Herî dawî di 13’ê Kanûna 2018'an de ji aliyê dewleta tirk ve li ser wargeha me êrîş pêk hat û di encamê de çar welatiyên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dan Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Weke wargeh em didin diyarkirin ku heya dawî em ê li nirx û rûmeta xwe xwedî derkevin û têkoşîna xwe ya heyî bilindtir bikin. Bi vê ve girêdayî heta tecrîd tê şikandin û faşîzim hilweşe wê deng û qêrîna heyî roj bi roj bilind tir bibe.” 
 
Piştî daxuyaniyê  Bi diruşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok APO’,‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî her cure çalakiyên li dijî tecrîdê’  grev hat destpêkirin. despêkirin.