Jinên Wanê: Gotina Leylayê û daxwazên wê yên me ne
- 09:26 16 Kanûn 2018
- Rojane
WAN - Endamên TJA’yê yên li Wanê ketin grevê û hatin binçavkirin, diyarkirin ku di bin çavan de jî çalakiya xwe berdewam kirine û wiha gotin: “Tevî hemû zextan wê çalakiyên me bidomin. Gotina Leylayê gotina me, daxwaza Leylayê daxwaza me ye.”
Jinên Wanê, Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan dan destpêkirin. Lê di roja duyem a çalakiyê de ber bi sibehê serdegirtin pêk hat û 14 aktîvîstên TJA’yê hatin binçavkirin. Jinên hatin binçakirin piştî îfadeya wan li dozgeriyê hat girtin hatin berdan. Koma duyem ya dest bi grevê kiribûn jî rastî serdegirtinê hatin û jê 10 kes hatin binçavkirin.
Aktîvîsta TJA’yê Neslîhan Şedal ku hat binçavkirin û berdan wiha got: “Em çalakiya Leylayê silav dikin. Çalakiya wê li cîhanê deng daye. Operasyonên li hember vê çalakiyê bi armanca astengkirina avabûna rayagiştî ye. Lê berdewamkirina çalakiyan van êrîşan vala derdixe. Em wek jin heta daxwazên Leylayê neyên cih wê çalakiyên me bidomin.”
‘Me çalakiya xwe di bin çavan de berdewam kir’
Jina bi navê Eylem Oklu jî ku hatatibû binçavkirin wê jî ev tişt anî ziman: “Me mafên xwe yê rewa bikar anî. Dewlet wek her carê dîsa berê xwe da jinan. Roja duyê çalakiyê serdegritin pêk hat û me di bin çavan de jî çalakiya xwe berdewam kir. Dayikên Aştiyê jî hebûn. Çapemeniya alîgir wek ‘terorîst’ nûçe çêkirin. Daxwazên Leylayê daxwazên me ne. Em ê tu car serî netewînin.”
Dîlan Yildiz jî destnîşan kir ku ew wek aktîvîstên TJA’yê çalakiya Leyla Guven silav dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê di çapemeniya alîgir de wek ‘terorîst’ hatin binavkirin. Madem wisa bû çima dozgeriyê em berdan. Grev çalakiya herî aştiyane ye. Dema mirov derfet nebînin xwe îfade bikin mirov dest bi grevê dikin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin. Leyla ne tenê ye. Gotina wê gotina me, daxwaza wê daxwaza me ye.”