'Dewleta tirk naxwaze li Sûriyeyê aramî pêk were'

  • 09:01 16 Kanûn 2018
  • Rojane
Civîn Husên
 
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Buroya Jinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Gûlîstan Îbrahîm gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûriyeyê nirxand û got:"Dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî naxwaze ku li Sûriyeyê aramî pêk were. Her dixwaze kaos mezintir bibe. Bi vê yekê dijminatiya hemû gelên li Sûriyeyê dike."
 
Endama Rêveberiya Buroya Jinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Gûlîstan Îbrahîm gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Sûriyeyê nirxand û got:"Tirkiyê bû sedema ku bi hezaran gelê Sûriyeyê werin koçberkirin, kuştin, warên wan bên talankirin. Dema ku ev tişt kir ji hêzên navneteyî jî piştgirî girt. Dem ne dema xizmeta ji bo berjewendiyên kesayetî ye. Dem dema têkoşîna ji bo aştî û azadiyê ye."
 
Gûlîstanê wiha got:" Tirkiyê bi riya DAIŞ û çeteyên ku daye avakirin dixwaze Impratoriya Osmanî ji nû de ava bike û vê yekê dixwaze li ser axa Sûriyeyê û bi parçe kirina wê pêk bîne. Ji bo pêkanîna planên qirêj sûcê mirovatiyê dike. Divê hemû mirov li dijî sûcên mirovatiyê derkevin."
 
'Tirkiyê nikare bi hêsanî axa vî gelî dagir bike'
 
Gûlîstanê da zanîn ku xewna Tirkiyê pêk nayê û wiha got:" Gelê rojhilat û bakurê Sûriyê ji destpêka Şoreşê xwe bi rêxistin kirin, sîstemek wekhevî li ser esasê Netewa Demokratîk  ava kirin. Wê dewleta Tirk nikarîbe bi hêsanî axa vî gelî dagir bike."
 
'Tirkiyê naxwaze kirîza Sûriyeyê çareser bibe'
 
Gûlîstan bi lêv kir ku armanca van gefan û êrîşan demdirêjkirina tevgera DAIŞ'ê ya di nava Sûriyeyê de ye û wiha domand:" Bi hemliya bajarokê Hecînê DAIŞ ber bi tunebûnê ve diçe, ev ne ji berjewendiyên Tirkiyê re ye, her wiha Tirkiyê naxwaze  bi aşîtî û aramî gelê herêmê bijîn. Erdogan bi tevgerên xwe dibêje ez naxwazim hûn sîstemek ji bo mirovatîyê bi ewle bijîn. Ji ber ku ev sîstema demokratîk li dijî fikrê Erogan ên yekperest e, loma her wê êrîş dike."
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Gûlîstanê di dawiyê de ev got:" Jina bakurê Sûriyê bi têkoşîn û berxwedana xwe hat naskirin. Heta roja îro jî jin li ser piya ne ji bo Efîrnê, ji bo Leyla Guven, ji bo van êrîş û gefên dewleta Tirk bi hezaran jin li kolanan e û di nav çalakiyan de ne. Em jî wek buroya jin a MSD'ê heta dawiyê piştgirya berxwedana jinan dikin ku berxwedana xwe her bilind û xurtir bikin. Em ê li hemberî tevahî pergalê desthildar û êrîşan têkoşîna xwe bidomînin."